LCB
Yıldız Çakar: »XEYALFIROŞ«
Yıldız Çakar

Yıldız Çakar: »XEYALFIROŞ«

Zur Übersetzung Zum Digital Essay

 

XEYALFIROŞ

Destpêk

 

Xencer

Elî perçeyê dawî yê erdê bavê xwe firot bi zêrekî. Di dilê xwe de go, “Ez ê vê carê dewlemend bibim.” Bi kelecan berê xwe da qehwexana qumarbazan û heman rojê, heta şev derbas bû û bû sibe jî ji ser qumarê ranebû. Serê sibê, hemû hêviyên xwe xist bin qondereya xwe ya pehnîya wê şikestî û sakoyê xwe ya reş avêt ser milê xwe – wiha ji qehwexana qumarbazan derket. Gavên wî biçûk bûbûn, meşa wî jî giran. Sê-çar qomçeyên jêr ên îşligê wî vekirîbûn û bayekî hênik xwe bera nava îşlig dida. Hinekî pê aciz bû. Bêdengîya taxê, xweşikîya serê sibê û bayê nerm ê bêhna wî wek bêhna aramîyê, bêhtir bêhizûrîya nava wî zêde kir. “Vê carê derew jî min xelas nake, ez ê çi xwelîyê li serê xwe kim?” wiha bi dengekî taswas xwe bi xwe peyivî. Bi carekê di orta rê de sekinî, li destên xwe nihêrî û go, “Tiştê destan kir, kesan nekir.“ Hema ji nişka ve sakoyê xwe ji ser milê xwe avêt erdê û li destên xwe mêze kir, “Çi kiro, bi xwe kiro. Nebêje filankeso bêvankeso ha. Min kir, min- ” Destê xwe hêdîka serê xwe da û mist da, mîna serê kesekî din be. “Tirs rê li ber mirinê nagire.” Hîn wiha peyva wî di devê wî de bû, çavê wî ziq bû û sekinî. “Kengî gihîştim ber derîyê malê gelo?” Ji wî hebû ew hîn li orta kuçeya qumarbazan e. Bi wî halê xwe yî matmayî, bi dengekî nizim go:

– Xêr e dayê, tu çima vê şeveqa hanê li ber derî li ser lingan î?

Dayika wî bi awireke kûr û xerîb bala xwe da wî û bi dengeke şikestî, go:

– Îşev ruhê bavê te hatibû ziyareta min. Wek dixwest tiştekî ji min re bibêje. Min jê dipirsî, bêdeng û xemgîn li min dinêhert. Û pişt re êdî xew li min herimî.
Elî hêdîka sakoyê xwe ji erdê rahiştê, weke baskên wî şikestî bin – pir bê taqet bû. Çavên wî jî li xewê bûn. Hema dixwest zûzûka here û xwe têxe bin lihêfê. Bi dengê xwe yê ji bêxewî û dûxana cixarê qalind bûbû, ji diya xwe re go:
– Ka derbasî hundir be dayê, bayê sibê mere nexweş dixe.

Her duyan berê xwe dan deriyê hundir. Ewil Elî serê xwe xwar kir û di deriyê biçûk re ket odeya mezin, pişt re dayika wî. Her du bêdeng li hember hev rûniştin. Elî bêyî qala firotina erd û zêrê ku di qumarê de winda kirîye bike, ji diya xwe re go:
– Dayê ez ê hinekî razêm!

Ji cihê xwe rabû û berê xwe da oda razanê, hema doşeka xwe li erdê raxist, balîfa xwe danî ser û lihêfa qalind avêt ser xwe. Weke xwe di bin lihêfê de veşêre, wiha xwe li ser hev top kir. Dayika wî li odeya mezin bi tena serê xwe di nava fikaran de ma. Her çiqas nedida ber rûyê kurê xwe jî, haya wê ji paştgotinên xelkê çêbûbû. Kê li kuçê û bazaran, an jî li mêvandarêya ew bidîta, teqez gotin dianîn ser Elî û digotin, “Dibêjin Elî bûye qumarbaz. Rast e?“ û gotin li gotinên xwe zêde dikirin, digotin, “Qumar malxerabûn e, heram e – çi qezenckirina wê çi windakirina wê.” Ji ber van gotinên derheqê kurê xwe de, wê dest û lingê xwe ji nava nas û dostan vekişandibû. Di nava van fikaran de, ew jî bi xew ve çû.

– Dayê! Ha dayê, rabe va dike bibe êvar!

Dayika wî hema ji nava cihê xwe hol bû, serê xwe di pacê re dirêjî kuçê kir. Dinya êdî tarî dibû. Heta îro tiştekî wiha nehatibû serê wê. Di ber xwe de go, “Mala ku xew lê pir be, bereket tê de tune ye.” Elî weke gotinên wê nebihîstibe, bi dengekî nermik go:

– Dayê, em tiştek bixwûn?

Dayika wî lê zivîrî û go:

– Parîyek nan li mal tune ye!

Elî hema bi carekê huş bû û serê xwe kir ber xwe. Hinekî wiha ponîjî. Ji nişka ve rabû ser xwe, çû li ber lingên dayika xwe rûnişt û go: -Dayê! Tu çi ji min bixwazî ez ê bi ya te bikim. Vê carê soz be! Te got çi, ew.
Dayika wî bersiv neda. Elî pirtir li ber xwe ket. Vê carê nexwest heman gotina xwe dubare bike. Tenê go:
– Ma bawerîya te bi min nemaye?
Dayika wî weke tinazê xwe pê bike, serê xwe piçekî ber bi jor ve rakir, li xencera bi dîwêr ve daliqandî mêze kir û go:
– Bavê te bi vê xencerê dewlemend bû!
Elî ji gotina diya xwe bawer nekir. Hinekî paşpaşkî çû, serê xwe rakir, li xencera bavê xwe mêze kir û di ber xwe de go, “Mirov çawa karibe bi xencerekê ewqas dewlemend bibe?” Bayê nerm ê ku serê sibê di nava çend qumçeyên vekirî re xwe bera nava îşligê Elî dabû, weke ji nava îşligê wî derketibe, di hundirê odê de gobilî. Elî li dora xwe mêze kir. Hemû derî û pace girtîbûn. Ricifek ketibû nava wî. Dîsa ji cihê xwe rabû û çû li ber dayika xwe rûnişt. Destê xwe danî ser çoka wê û go:
– Dayê, bavê min çawa bi xencerekê ewqas mal û milk da ser hev?
– Bavê te bi vê xencerê diçû seydê. Bi seydvanîyê ewqas mal û milk da ser hev. Nexwar û neda xelkê. Digot bila her tiştê min ji lawê min re be. Lê te dî em ketin çi halî!
– Dayê, tu meraq nekî. Bila canê min sax be, ez ê malê bavê xwe dîsa gişî li ser hev kom bikim.
Dayika wî di ber xwe de got, “Belasebeb pêşîyan negotine, yên malkir be wê ji xwe re mal û milk çêke, yên malxwur be tu dinyayê jî topî ser hev bikî, wê bi carekê belav ke û biqedîne.” Elî ji kirinên xwe fedî kir. Weke ji xeweke giran şîyar bûbe, hîn nû bi tewşbûna xwe hesîyabe û rastîya xwe fam kiribe. Him dixwest dilê dayika xwe xweş bike, him jî rêyekê bibîne da karibe xwe ji vê eyb û fedîyê xelas bike. Hîn serê Elî di ber wî de bû, dayika wî ji cihê xwe rabû, çû xencer ji dîwêr daxist, hat li ber Elî rûnişt û go:
– Kurê min! Xelk ji te re dibêje Elîyê qumarbaz. Te mala me xera kir. Te him navê me herimand, him malê me winda kir. Lê ger tu dixwazî bidî ser rêya bavê xwe, ha ji te re xencera bavê te û here seydê.
Elî bi carekê hêrs bû. Bû hufe kufa wî. Firnikên pozê wî weke devê makîneyeke devpehn, bi lez vedibûn û dihatin girtin. Her çiqas hemû mal û milkê bavê xwe di oxira qumarê de dabû firotin jî, keyfa wî ji leqaba wî re nehat.
– Kî ji min re dibêje Elîyê qumarbaz?
Dayika wî bersiva pirsa wî neda. Xencera di destê xwe de dirêjî wî kir:
– Ha ji te re xencer û here seydê! Ger te hemû mal û milkê bavê xwe kom kir, wê navê te vegere ser eslê berê.
Elî rahişt xencera bavê xwe û ji bajêr detket. Roj û şevekê meşîya. Dûr çû, kûr çû, heta gihîşt çol û beyarekî. Li dora xwe mêze kir, ji sîya wî û bêdengîyê pê ve tu tiştekî din tune bû. Ne dengê çivîkekê, ne şop û dewsa heywanekî. Vir de çû, wê de çû, tiştek nedît. Sofa wî ket û berê xwe da malê. Weke bi kesekî din re bipeyive, ji xwe re go, “Zeman belesebeb ez li dora xwe gerandim. Ma ka kî kare bi xencerekê dewlemend bibe? Ji devla bihatama seydê biçûma qehwexana qumarbazan, belkî min zêrê xwe yê min ew winda kir qezenc bikira.” Ji hatina xwe û baweriya ku dixwest bi xençera bavê xwe bîne poşman bûbû. Bi carê dengek bihist. Li pişt xwe zivirî hew dît teyrekî boz hat xwe li ber wî danî û weke stûyê xwe dirêjî wî bike. Hema xencera xwe ji ber xwe derxist, avêt stûyê teyrê boz û go, “Va min şîva êvarê dî.” Teyrê xwe yê boz rahiştê, avêt ser milê xwe û berê xwe da malê. Ji kêfan re di ber xwe de go, „Ew ê pir keyfa diya min were.” Bi coş sîya xwe li dû xwe hişt û meşiya.Di rê de, zilamekî ji dûr ve ba Eli kir:
– Kuro, ew çi tiştê pîs e te avêtîye ser milê xwe? Bavêje law!
Elî di bin çavan re lê nihêrî û go:
– Çima ez wî bavêjim?
Wiha bersiva zilam da û bêyî varqile meşîya. Hinekî din çû, dî mêrikekî din li ser rê ye. Mêrik jê re go:
– Kuro, ew çi tiştê pîs e te avêtîye ser milê xwe? Bavêje, heram e law, heram e!
Elî dîsa weke cara din di bin çavan re li mêrik mêze kir û got:
– Çima heram e? Ez çûm seydê û min bi xencera bavê xwe ew bi dest xist. Çima bavêjim?
Elî him gotina xwe kir û him meşa xwe domand.
Ji çol û beyaran derbas bû, hat nêzî malê, dît mêrikekî din li ser devê rê sekinîye. Mêrik weke wan her du mêrikên din berê xwe da Elî û go:
– Kuro, ev çi laşê pîs e te avetiye ser milê xwe? Bavêje law, bavêje heram e haa! Goştê vî teyrî naye xwarin.
Li ser vê gotina mêrik, Elî hema qeherî, teyr ji ser milê xwe girt û avêt. Bi hêrs berê xwe da malê. Di ber xwe de go, “Çawa mere karibe bi xencerekê dewlemend bibe? Tiştekî wer tune ye. Bavê min diya min xapandîye.” Bi wê qehr û hêrsa xwe hat ba dayika xwe. Dayika wî bi meraq jê pirsî:
– Te çawa kir kurê min?
– Ez çûm seydê, min teyrekî boz zevt kir. Di rê de sê zilaman ji min re gotin, Goştê wî nayê xwarin, heram e, bavêje. Min jî avêt. Ka de bibêje dayê, bavê min çawa bi vê xencerê dewlemend bû?
Diya wî hinekî di ber xwe de bişirî:
– Kurê min, ew her sê mêrik birayên hev in. Navê wan ‚Birakose‘ ne. Ewana tu xapandine, ji bo teyrê te ji te bistînin.
Elî hema rabû ser xwe û bi hêrs go:
– Çawa wan ez xapandime, dayê?
Dayika wî jê re çîroka ‚Birakoseyan‚ xal bi xal got – ew her sê bira xwe didin ser rêya xelkê û xelkê dixapînin. Çi mal û milkê wan hebe ji destê wan digirin. Elî wê şevê heta sibê raneza. Hema xwe di nava cihan de bir û anî, ji xwe re got, “Xelk û alemê navê min kirîye Elîyê qumarbaz. Îja heger ez Elîyê xwedîyê teyrê boz bim, vê yekê ji we re nahêlim.” Elî rûnişt, bi rojan xwe da benda hersê birakoseyan. Diya Elî taybetîya birakoseyên ku xwe didan ser rêya xelkê û xelk dixapandin, yeko yeko ji Elî re got. Elî ji bajêr derket, bi pey wan ket. Her roj çavên wî li wan bû, bê ka diçin ku û çi dikin. Her sê birakose, her roja yekşemê diçûn hemamê û rojekê li hemamê diman. Rojeke berî birakose biçin hemamê, Elî çû ba xwedîyê hemamê û jê re go:
– Ez li karekî digerim. Tu çi karî bidî min ez ê bikim. Tenê xwarinê bide min bes e.
Xwedîyê hemamê baş bala xwe da Elî û jê re go:
– Ez te nas nakim. Îja ka bêje, tu çi fam dikî ji karê hemamê?
Elî weke berê karê hemamê kiribe, çîrokek ji xwedîyê hemamê re got û ew qanih kir.
Xwedîyê hemamê mifteya hemamê da Elî û go:
– Sibê zû, hîn ronî neketibe erdê were, ewil paqijîyê bike û paşê hemamê germ bike.
Elî go:
– Tu meraq nekî, ez ê hemûyan bikim.
Bû sibe, Elî cilê xwedîyê hemamê li xwe kir, weke soz dabû xwedîyê hemamê, hemû karê hemamê kir û bê sebir li benda hatina birakoseyan ma. Wext dereng derbas dibû – weke lingekî zemên şikestîbe û li dû xwe bi kişkişîne. Wiha Elî jî xwe di bendewarîyê de dikişkişand. Bi carekê re berê wî kete derve û dît wa birakose hatin. Her sê birakoseyan cilên xwe ji xwe kirin, dan Elî û çûn ketin hemamê. Elî zûzûka cilê xwe guhert, rahişt cil û kîsikê zêran ê her sê birakoseyan û ji hemamê derket. Di rê de zarokek dî. Çû di ber guhê zarok de tiştek got, kaxizek biçûk kir nava destê wî û ew şand hemamê. Her sê birakoseyan piştî serê xwe şuştin û têra xwe di hemama germ de wext derbas kirin, hêdî hêdî berê xwe dan odêya cilên xwe emanet danê. Vir de çûn, wê de çûn, mêze kirin ji bilî wan tu kes li hemamê tune ye. Yeko yeko li odeyan mêze kirin, dîtin ne cilên wan, ne kîsikê zêran û ne jî xwedîyê hemamê hene. Şilf î tazî di hemamê de man. Ne karîbûn derkevin, ne karîbûn li hemamê bimînin. Hîn li dora xwe diçûn û dihatin, zarokê ku Êlî di guhê wî de tiştek gotibû tevî kaxiza di destê xwe de ket hemamê û ji wan re go:
– Zilamekî ev kaxiz da min û got, bibe ji birakoseyan re.
Hema her sê birayan berê xwe dan zarok, rahiştin kaxiza di destê wî de û lê mêze kirin. Yekî ji wan bi dengê bilind nivîsa ser kaxizê xwend:
„Ez Elîyê qumarbaz im, xwedîyê teyrê boz im. Ev ya biçûk e, ya mezin li pey e.”
Çîroka ‚Elîyê qumarbaz ê xwedîyê teyrê boz‚ wiha hat bîra Zekeriya. Dema ew zarok bû, roja bavê wî binax kiribûn, dayika wî him xencera bavê wî yadîgarî wî kiribû, him jî di şevên dirêj ên zivistanê de jê re ev çîroka ‚Elîyê qumarbaz ê xwedîyê teyrê boz‘ gotibû. Niha ew jî xwe weke Elîyê qumarbaz di zorê de hîs dikir û li çareyekê digeriya. Wî jî erdê xwe ku debara malê bû firotibû pismamê xwe û malê bavê wî jê re hiştibû tiştek li dewsê nemabû. Ev şansa wî ya dawîn bû. Bi wî pereyî wê berê xwe bidaya xurbetê û li wir wê karekî baş peyda bikira. Hema bi carekê ji cihê xwe rabû û bi gavên mezin di odê de çû û hat. Kurmikên bêhizûrîyê û bêçaretîy di nava wî de dixilxilîn. Di ber xwe de go, “Ez ê niha çi bikim?” Her ku dawîya payizê bû jî enîya wî xwêdan dabû. Destê xwe avêt bişkokên îşligê xwe. Çend jê vekirin. Destmalek ji bêrika xwe ya dawîn derxist, pê enîya xwe paqij kir. Qefesa sînga wî bilez bilind dibû û dadiket. Berê xwe da paca berî li hewşê. Hinekî li ber pacê sekinî. Weke li cihekî pir dûr mêze ke, wiha li hewşê mêze kir. Pişt re destê xwe avêt milê pacê, ber bi xwe ve kaş kir. Perwazê paca textîn ji ber baranê nepixîbû û venedibû. Jixwe bêhizûr bû, gava dît perwazê pacê venabe, hêrs bû. Humika xwe bi hişkî li dîwêr xist û go, “Ez ê vî xanî…” Hîn gotina xwe temam nekiribû, dayika wî ket odê.
– Xêr e Zekerîya? Çima tu hêrs bûyî?
Zekerîya hema zûzûka çû ber xencera bavê xwe ya ku bi dîwêr ve daliqandî bû. Destê xwe hêdîka da ser xencerê û go:
– Dayê, ez ê biçim dûr.
Dayika wî di cihê xwe de sar bû û sekinî. Gotina Zekerîya bersivek bû bo wê. Kengî Zekerîya tiştek winda bikira ev gotin ji wê re dikir. Loma deng nekir, hêdîka çû li ber paca venedibû û li ser mînderê rûnişt. Hinekî di ber xwe de ponijî. Destê xwe avêt çend taikên mînderê yên ji kevnbûnê xwe berdabûn. Bi serê tilîyan taikên rizîyayî weke li teşîyê xe bir û anî. Serê xwe rakir û li Zekerîya mêze kir:
– Qey te erdê me firot?
wiha bi dengekî tijî tirs jê pirsî.
Zekerîya hinekî bêqerar ma, ka gelo bersîva dayika xwe bide an na. Li sîya xwe ya li ser dîwêr mêze kir û bersiva wê da:
– Dayê, pereyekî pir baş dan! Ez ê biçim dûr û ez ê pir pere qezenc bikim. Tu qet meraq nekî.
Dayika wî, weke zarokekek li nava bajarekî mezin û bîyan winda bûbe û bêçare mabe, wiha bi dengekî kelogirî go:
– Em ê niha çawa debara xwe bikin, Zekerîya? Gundîyên ku erdê wan tune be, kes wan li gundan nahewîne, tu zanî ne?
– Soz didim te, ez ê deh qatê wî ji bo te bistînim. Ji xwe pismamê min got hûn dikarin bexçeyê li ber malê ji xwe re bajon. Heta wextekê em ê îdara xwe bikin.
– Tu yê çawa dîsa erdê me şûnde bistînî, Zekerîya? Tiştê çû, zû nayê destan.
– Bavê min çawa dewlemend bû, ez ê jî wilo bibim. Lawê Zivqarê Gurî ji leşkerîyê hatîye. Wî ji min re qal kir, got li welatên dûr, kar pir e. Ez ê jî bi wî re herim.
Destê xwe avêt xencerê, ji ser mîxê dîwêr daxist û hêdîka li ser mînderê rûnişt. Di bin çavan de li dayika xwe mêze kir. Weke tu tiştek nebûbe, bi dengekî nerm go:
– Dayê, ha dayê, qey dilê te ji min giran bûye?
Dayika wî qet bersiv neda. Hema destê xwe avêt balîfa berpiştê, deverû kir û serê xwe da ser. Kitana xwe ya spî jî avêt ser çavê xwe û her du destên xwe li ser dilê xwe danîn ser hev. Zekerîya di oda mezin de xwe tik û tenê hîs dikir. Ji nişka ve bi hişkî xencera bavê xwe da ser sînga xwe. Çîyayek danîbûya ser sînga xwe, ewqas giranî hîs nedikir. Bêdengîyek sar, weke dîwar pif bike, li rûyê Zekerîya diket – bîranînên zarokatîyê di nava wî de azirîn. Wê roja ku bavê wî binax kiribûn, dayika wî jê re gotûbû, “Zekerîya, kurê min, ev xencera bavê te ye. Bavê te lehengekekî di ser xwe re bû. Li tu meydanê ji hespê xwe neket û xencera xwe li erdê nehişt.” Zekerîya di dilê xwe de go, “Bavo, meraq neke, cihê xencera te li ser dilê min e. Çavê te li dû te nemîne.” Her çiqas wiha xwe qanih dikir jî, destê wî bêhemdî çû ser bêrika wî ya ku desteyek pere tê de. “Ji bilî van pereyan tu tiştekî min î din nema ye.” wiha bi dengeke nivco di dilê xwe de got. Bi carekê hema xencera di destê xwe de danî kêleka xwe û xwe li ser hev top kir. Di bin çavan de li dayika xwe mêze kir. Dayika wî, weke sînorekî ji devê kêrê çêkiribe wiha kitana xwe ya spî xistibû navbera xwe û wî. Zekerîya rûyê wê nedidît û wê çi bikira jî nedizanî. Serê xwe spart diwêr û çavê xwe hişka ve girt.

Beşa yekem

Her sal di van wextan de bayekî xerîb û mezeloqî hukmê xwe li ser gund dikir. Ji ku û çawa vî bayî xwe li gund digirt, kesî nizanîbû. Mesele bihata ser meselê, digotin berê goleke şînê mezin li ber gund hebûye. Ne tenê xezalên kûvî, rovîyên sorî, teyr û marên qûlîçî -her wiha bi hezaran gîyanewerên din jî li dora vê golê ji xwe re hêlîn çêkirine. Kengî û çawa ev gol zuha bûye û ewqas zindî winda bûne, kes, nizanîbû. Ji wî zemanî, tenê ev bayê kevn mabû li gund. Ji erdekî dûz, çend girên zer û du rêyên axîn pê ve tu şênahî û misqala avê tunebû. Lê navê Gola Şîn weke navekî pîroz di jîyana rojane tim dihat qalkirin. Ne ji ber kar û bar bûya, di van rojan de tu gundî ji malên xwe dernediket. Çawa te sinîyek danîbe ser êgir, wiha kela havînê bilind dibû ji vê axa rût. Çend roj bûn, te yê bigota qey tu kes li vî gundî najî. Ne pingînî bi mêşên reş diket, ne jî vizîna mozên sor dihat. Carinan ber êvaran, gava hênikahîyekê digirt ser pelên darên hîn nû hatibûn çandin, dengê çirçirkan dihat bihîstin. Di rojeke wiha mezeloqî de dayika min Sadîye destê Îshaq xistibû nava destê xwe û li dû xwe kaş dikir. Reşel, Yusuf, Omer û Raham jî weke min bi gavên biçûk dabûn dû.Pîra min ya ku nedikarî heta pêjgehê biçûya û ava zikê xwe vexwara niha ew jî hema bi darê zorê dimeşîya. Hêvî qey tiştekî wiha bû; kare nexweşekê bi carekê baş bike û bihêle bi kelecan bimeşe. Pîra min a heftê salî ya nikarîbû ji odeyekê biçûya odeyekê, ev bû sê car bi me re tê heta bajêr û dîsa vedigere. Tenê çend deqeyan carekê ji pişt me ve gazî me dikir û bi dengekî westiyayî digot, “Xêr e hûn evqas dilezînin? Ka hinek em bêhna xwe bidin ya na wê ro li serê we xe, ha.” Çi cara min ev gotin ji wê dibihîst, hema min destekî xwe dida ser serê xwe û min li ezmên mêze dikir. Di bin ezmanê ku bi qasî serê derzîyê jî nedilivîya de, em bi giranî dimeşîyan. Li pêş me du girên rût ji dûr ve xwûyanî dibûn. Em çiqas jê ve nêz dibûn, ew ewqas bilind dibûn. Rêya bi çûn û hatinê çêbûbû, êdî kûr bûbû. Çiqas me xwe bera jêr dida, rê jî li ber me ewqas zer û rût û bilind dibû. Bi carekê dengê Reşel bilind bû. Lê zîvirîm. Li ser tûtika sekinî bû û heta jê dihat bi dengê bilind digirîya. Hema zûzûka ber bi wê ve çûm û min destê xwe bi rûyê wê da:
– Çi bû qubanê?
– Xewa min tê! Naxwazim bimeşim.
Her du destê xwe kir humik û di nava kortikên çavên xwe de bir û anî.
– Negrî! Ka were pişta min.
Hema hêsirên xwe û pozê xwe bi milê xwe paqij kir. Li rûyê min nihêrî, bişirî û her du destên xwe dirêjî min kir. Li ber wê, li ser tûtûka sekinîm, min ew hilgirt û dîsa min dest bi meşê kir. Her du destên xwe li stûyê min şidand û di ber xwe de kir pistepist. Tenê peyva „nan“ hat min. Piçikekî min ew hol kir û min go:
– Heta em digihîjin ser rê ranekeve, ha. Temam?
– Erê erê, ez ranakevim.
Dema ji min re go “ez ranakevim,” min fam kir ji zû ve dengê Reşel ketîye xew. Dayika min Sadîye di ber xwe de tiştek got, lê çi got deng nehat min. Bayê mezeloqî weke benîştekî helîyayî bi pişt stûyê min ve dizeliqî. Taikên porê min ên xwe ji gulîyên min berdabûn, bi stûyên min ve dizelîqîn. Reşel jî bûbû nexşêk ji fîstanê min î deqdeqî û bi pişta min ve zeliqî bû. Xwîdana serê wê diniqitî nava pişta min.Eger bisekinim, rê wê dirêjtir bibe. Dirêjtir bûbû sîya me. Me bi lêztir pê lê dikir û ew weke leylaneke xirbêzer xwûya dikir. Dayika min Sedîye di ber xwe de go:
– Bo çûna dojehê mirin hewce nake!
Hîn gotina xwe temam nekiribû, ji nişka ve sekinî. Destê xwe avêt sola xwe, qirşikekî bi dirîk ji ber sola xwe derxist û bi kerbîn avêt erdê. Qirşikê hişk î bi dirîk çermê lingên wê qul kiribû û piçekî xwîn bûbû. Weke tiştek nebûbe, hişk bi destê Îshaq girt û bi racemî muxtar ket. Rê çiqas diçû weke ji derenceyek ku dabin ber devê ezman wiha ber bi jor ve diçû. Dayika min Sadîye bi kitana xwe ya spî dev û pozê xwe hişka ve girê dabû.Dişibîya batirsoka nava baxçeya me yê biçûk. Bo qelereşk zad û sebzê me nexwe, me her sal fîstanekî dayika min li darekî hişk dikir û me kitaneke wê jî davêt serê batirsokê – yê ku me ji pûşê bi xweşikî çêdikir. Carinan me ji bîr dikir ku ew batirsok me bixwe çêkirîye û em jê ditirsiyan. Bi taybetî jî di wan şevên heyvê xeleka xwe biçûk dikir de.Niha axaftina min a ez di nava dilê xwe de dikim, ger dayika min Sadîye bibihîsta, xwedê zane wê çi bianîya serê min. Pîra min jî, ji potikekî spî û darikekî sîwaneyek çêkirîye. Şevek berê, gava malbatê biryar da ku em ê dîsa biçin bajêr bo pasaportan, wê çaxê me got em ê bo wê tiştekî wiha çêkin. Gava me çêkir jî, dîsa herî zêde ji min re gotin kirin. Rûdiniştim û radibûm. Kes nezaniya dê bigotana qey ez bûme weke bûkamişk. Min çi bianîya jî, digotin na ne ev e. Ji xwe mere çi bike jî mere nikare mezinê mala dilxweş bike. Dawîya dawî, me çend darikên ziravik bi ser hev ve girêdan, paçikekî spî jî li serî gerand û me go, “Ha ji te re sîwana te, pîrê.” Rojên wiha ku dinya ji germa dikelîya, pîra min destsimalek ji xwe re dikir sîyek qels. Qe nebe îro ew ê bi saya van darikana rehetir tevî sîyê bimeşe. Rêya bi kaş qedîyabû êdî. Derketibûn serê rêyeke rast û rût. Te berê xwe bida kijan alî, dişibîya alîyên din. Erd û ezman kevin û zelûl bû, weke fîstanekî zer î çilmisî li xwe kiribe. Muxtêr jî mîna pîra min dixwest serê xwe ji tîrêjên rojê yên tûj biparêze û destmaleke spî avêtibû ser serê xwe. Di bêhnvedana ewilî de destmala li ser serê xwe rahiştê, hinekî ew şil kir û dîsa avêt ser serê xwe. Di bin çavan re li dayika min Sadîye mêze kir, bi dengekî qebe û hêrs go:
– Ev bû çend car em di vê rêyê de diçin û tên. Ma çima carekê mêrê te nayê û van karan hel nake?
Dayika min bi dengekî fediyokî go:
– Ka belkî ev cara dawîn be. Xwedê xêra te qebûl bike. Ne ji te bûya me yê çi bikira.
Muxtar weke şamîyan xwe grûpand û bi heman dengê qebe go:
– Erê xwişka min, zanim bo we gelek zehmet e. Lê wiha nabe. Kar û îşê min jî heye, zar û zeçê min jî.
Dayika min, weke qebhetek kiribe serê xwe bera ber xwe da û ji bo tenê ew dengê xwe bibihîze, bi dengekî nizimtir go:
– Belkî vê carê çê be. Xwedê ji te razî be, birayê Muxtar. Bavê zarokan (Zekerîya) hîn li xurbetê ye.
Piştî gotinên muxtar, ne deng ji dîya min hat, ne jî ji pîra min. Heta xwişk û birayên min jî deng nekirin. Weke biçin şînê û peyvên xwe ji bîr kiribin – wiha bêdeng em meşîyan.

 


 

Yıldız Çakar, born in 1978, is a poet, writer, playwright. She is also a founding member and was one of co-chair of the Kurdish Writers’ Association. She worked as correspondent and editor for Kurdish newspapers. Her first poems have published by Elma Publishing (Graveyard of Stars, 2004). She has also published a collection of poems, a cultural encyclopedia of Diyarbakır city, several novels, and a collection of short stories. She wrote a monologue for Royal Shakespeare Company, a theater play for Maxim Gorki Theater in Berlin and a monologue for Theatre EastNBull in London. This digital theater Project »Lockedown Locked In« of Theatre EastNBull received the award of Athens International Art Film Festival (Best Original Script).

 

360